PeyamaKurd- Qedexeyên li bajarên Kurdistanê dewam dikin. Çend care ku li bajarê Hekkariya qedexe tê danîn û derketina hemwelatiyan ji gund û bajarokên wan tên qedexekirin. Berê jî li Hekkariya heman qedexe hatibû danîn lê niha car din qedexe 15 roj hat dirêjkirin.Lê ve qedexe ne ya derketina ji mal û cîh û ware. Vê carê qedexeya tevgerê ye.
Li gor ragihandina parêzgeriya Hekkariya qedexeya xwepêşandan, mîtîng, çapemenî, civînên meydanî, meş, vekirina stendan, vegirtina konan û her tiştên weha ji 15 ê mehê heya 29 ê mehê hat qedexekirin. Qedexe bo temamê bajêr, mezra, gund û navçeyane.
Di derveyê van çalakiyan de kesên ku bixwazin tişteka weka wan bikin, divê seredana parêzgeriyê an li qezayê be, seredana qeymeqamiyê bikin û li gor biryara rêvebiran tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin