Rêya navbera Meletî û Keyseriyê ji berfê hat girtin

Rêya navbera Meletî û Keyseriyê ji berfê hat girtin

PeyamaKurd – Bi sedema barîna berfa zêde, rêya ku ji bakûrê Kurdistanê diçe Ankara, rêya navbera bajarê Meletî û Kayseriyê hat girtin. Rêvebir tedbîrên ewlehiya rê, di cîh de kontrol kirin.

Berfa zêde li navça Sêwasê ya bi navê Gürünê ber destê êvarê hat. Navça Gürünê her çiqas li ser bajarê Sêwasê be jî, dikeve navbera Meletiyê û Kayseriyê û li ser rêya esasiye. Ji bo mexdûriyet û perîşanî çênebe rêya Meletiyê û Kayseriyê girtin.

Rêwiyên di otobusan de û alavên din çûn tesîsên navenda navçê û bûn mêvan. Qeymeqamê navçê seredana rêwiyan kir û kontrola tedbîran kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin