PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro duşemê li Selaheddîn pêşwazî li şanda Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir ku ji Belên Abdulla Sekreter û Se'îd Xalîd Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêk dihat.
Malpera Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya dehem a Partiya Zehmetkêşan kir û hêviya serkeftinê ji bo serkirdayetiya nû ya wê Partiyê xwest.
Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê spasîya Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe yên bo rola Serok Barzanî di piştevanîkirina firealîyê û aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê parve kirin.
Rewşa siyasî ya Iraqê û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên Hikûmeta Herêmê yên ji bo baştirkirina rewşa îdarî û aboriya Herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin