PeyamaKurd – Li Myanmarê di navbera grûbên serxwebûnxwaz û leşkerên ku li ser îdara welatin demeke şer dewam dike. Li Mynamarê di wexta li hev dixistin de, du guleyên hawanên topê li nav sînorê dewleta cîran Bangaldeşê ketibûn û bûbûn sedema mirina 2 kesan.
Piştî bûyerê Bangladeşê gazî balyozê Myanmarê yê li Daqqayê kir da here wezareta karên derve ya Bangladeşê. Werzîrê karên derve yê Bangladeşê Muhammad Hasan Mahmud li ser bûyerê li Daqqayê daxwuyanî da.
Mahmud ragihand ku sedema banga balyozê Mynamarê yê Daqqayê Aung Kyaw Moe kiriye ew e ku wezaretê bûyera mirina 2 hemwelatiyên wan ku bi guleyên hawanê yên ji Myamnarê avêtine Bangaldeşê, mirine.
Mahmud her weha got ku ji ber şerê nav Myanmarê gelek polîs, leşker û ji dezgeyan kes xwe bi Bangladeşê ve girtine û çûne welatê wan. Ji bo wan paşde bişînin hevdîtinan dikin. Heya niha ji polîs, leşker û dezgeyên dewleta Myanmarê 264 kes xwe sipartine Bangladeşê.
Wezîr ragihand ku kesên xwe sipartine Banladeşê wan birine ciyên bi ewle.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin