PeyamaKurd - Baskê jêr ê Parlamentoya Rûsya Dûmayê projeyasaya dirêjkirina peywira Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo heyama duyem li ser kar bimîne pesend kir.
Civata Dûma ya Rûsyayê bi 383 dengên belê û 43 dengên bê alî, deng ji bo yasaya dirêjkirina deshilata serokê Rûsyayê da.
Partîya desthelatdar a bi serokatîya Vîldadîmîr Pûtîn projeyasaya dirêjkirina erka serokê Rûsyayê pêşniyaz kiribû û Pûtîn jî ev yek bi erênî pêşwazî kiribû.
Pûtîn gotibû: “Heke Dîwana Bilind a Rûsya wê pêşniyazê pesend bike, ez bo hilbijartinên sala 2024an xwe dikim berbirjêr.”
Ev biryara guhertina destûra bingehîn a Rûsyayê wekî derbeyekê ji aliyê Pûtîn ve tê şîrove kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin