PeyamaKurd- Li bajarê Îzmirê bi hinceta di medyaya civakî de propagandaya PKKê kirine, 8 kes hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Teror û Îstixbaratê ya Rêveberiya Ewlekariyê bi hinceta ku hin kes li ser medyaya civakî propagandaya “rêxistina terorê” dikin xebat dan destpêkirin. Tîman di vê çarçoveyê de li dijî hinek navnîşanan da operasyon pêkanî û 8 kes desteser kirin.
Li gorî medyaya Tirkiyê di lêgerîna malan de hin kelûpelên dijîtal û belge hatin bidestxistin. Herwiha hat ragihandin ku ji bo girtina 2 kesên din jî xebat didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin