PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê bo serokwezîrê nû yê Brîtanyayê bo Boris Johnson şand. Barzanî daxwaza serkeftinê bo wî xwest.
Barzanî di peyama xwe de behsa dostaniya navbera Brîtanya û Kurdistanê kir û sipasiya Johnson bi sedema desteka wî ya Kurdistanê kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Di dema ku cenabê te şaredarê Londrayê bû û hem di dema wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bû, di her dû deman de desteka ku cenabê te bo me da, sipasiya we dikim. Em weka dost û hevkar dikarin bi hev bawer bibin.”
Barzanî hêvî kir ku di mijarên herêmî û navdewletî de, hevakriyeka nêz bi hevre bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin