PeyamaKurd-Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî biryara Îngîltereyê ya bicihkirina penaberan a li Ruandayê da. Bi rêya daxuyaniyê hişyarî hat kirin ku ev helwest dûrketina ji berpirsiyariyê nîşan dide.
Komîseriya Bilind a Koçberan a NYê daxuyaniyek da û bi tundî li hember berederkirina penaberên bêpergal a Îngîltereyê derket. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêkanînên bi vî rengî, tê wateya dûrbûna ji berpirsiyariyan û ev yek jî li dijî hevpeymaniya penaberan e.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku mirovên ku ji şer, pevçûn û şopên siyasî direvin, hewceyê nefs û qiyasê û rehimê ne. Ew kes ne alavên bazirganiyê ne ku ji derve re bên şandin.
Bi berdewamî hat gotin ku rayedarên Îngîltereyê berpirsiyarên daxwaza wan kesan in ku dixwazin xwe bisipêrin welatê Îngîltereyê. Hat zanîn ku biryara Îngîltereyê ya li ser penaberan, rêgeza parastina penaberan a ku jiyana bi milyonan kesî xilas kiriye, dike bin gefan.
Wezîra Karê Navxwe ya Îngîltereyê Priti Patel duh ragihandibû ku ew ê penaberên bi awayê dijyasayî ketine welatê wan, li Ruandayê bi cih bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin