Wezareta Rewsenbîriyê hemû cure çalakiyên xwe rawestand

Wezareta Rewsenbîriyê hemû cure çalakiyên xwe rawestand

PeyamaKurd –  Bi sedeme li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê zêde bû, Wezareta Rewşenbîrî û Lavên Herêma Kurdistanê hemû cure çalakî û kombûnên xwe rawestand.

Wezareta Rewşenbîrî û Lavan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê hemû çalakiyên wezaretê rawestand û diyar dike ku bi awayekî lez û berçav pêleke din a vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye. Li gor hişyariyên Wezareta Tenduristiyê, heger rewş wiha be, dê di demekê kurt de ji kontrolê derkeve.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, di çarçoveya helmeta xweparêziyê de: ‘‘Em hemû rêveberiyên giştî û rêvebertî û temamê organên girêdayî bi sektora karûbarê wezareta me ve agahdar dikin ku hemû cure çalakî û kombûn tên rawestandin. Heta dema Lijneya Bilind a Tekoşîna Hember Vîrusa Koronayê rênmayiyên nû  derdixe, dê wisa be.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin