PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî teqîna 4ê Tebaxê ya Beyrûdê bû yekem serokê dewletekê ku serdana Lubnan û Beyrûdê kir.
Macron ligel Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn civiya û piştre li nava bajarê Beyrûdê ku di encama teqînê de ziyaneke mezin a canî û madî li pey xwe hiştiye geriya û serdana cihê teqînê jî kir.
Di serdana Macron de, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian cî digire ku Macron hevxemî û piştgiriya welatê xwe ji bo xelk û hikûmeta Lubnanê nîşan daç
Macron got, wan ji şevê din ve bi balafirên kargo alîkarî gihandine Lubnanê û eşkere kir ku ew dê îro jî balafirekî din a alîkariyê bişînin.
Serokê Fransayê li cihê teqînê ragihand, teqîna li Beyrûdê berpirsyariyeke dîrokî xistiye ser milê rayedarên Lubnanê û got: “Pêwîst e ku karvedaneke herî bilez li hember hebe. Lewma ev serdan bo min derfeteke bo diyalogeke rastgo û herwiha pabendiyeke li hember hêzên siyasî û saziyên Lubnanî.”
Macron da xuyakirin, ku hejmarek welatiyên Fransî jî di teqîna li Beyrûdê de bûne qurbanî û diyar kir, Fransa dê tîmên zêdetir ên alîkarî û piştevaniyê bişînê Lubnanê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Teduristiya Lubnanê heta niha hejmara kesên di teqînê de can dane gihîştiye 137 kesan û 80 kes jî winda ne. Herwiha nêzîkî 5 hezar kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin