PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navçeyên navendê, Cizîrê, Herzex, Silopiya, Qelaban û Beytuşebabê bi sedema ku endamên DTK yê ne 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Li gor ragihandina parêzgehê; rêvebiriya asayîşa bajêr bi serdozgeriyê re hevpar xebitiye û operasyonan kiriye. Kesên hatine binçavkirin, li baregeha asayîşêne û sitendina îfadeyên wan dewam dike.
Kesên ji DTK yê hatine binçavkirin navên wan ev in:
Sekvan Kılınç, Nafiya Geçgel, Elfesya Nas, Asuman Külter, Cemil Gün, Yakup Barkın, Ekrem Şavlı, Berivan Kutlu, Kadir Kunur, Aydın Deniz, Dursun Çakır, Aycan Azma, Rıdvan Uysal, Ayşe Altay, Leyla Erdem, Ali Güven, Abdullah Acar û Yunus Özen in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin