PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nava du rojên borî de 232 welatî hatin binçavkirin.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê roj bi roj zextên rejîma Îranê yên li ser gel zêdetir dibin. Rêxistina Mafê Mirovan HRANA’yê ragihand ku tenê di nava du rojên de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 232 kes bêyî biryara dadwer hatine binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê kesên hatine binçavkirin, ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatine binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî tundîyê hatine.
HRANA’yê da zanîn ev kesane, bi tometa belavkirina nûçeyên ne rast, wênegirtina cihên hatine bombebarankirin hatine binçavkirin.