PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Biyometriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 16 hezar kes mûçeyekî zêdetir bi awayekî neyasayî werdigirin û biryara ragirtina mûçeyên wan hatiye dayîn.
Lijneya Bilind a Cîbicîkirinê qonaxa duyema biyometriyê îro 3yê Mijdarê bi serperiştiya Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talabanî û amadebûna wezîrê darayî û aborî civîna duyem pêk anî.
Hat ragihandin ku di civînê de, Fermangeha Hemahengî û Pêdaçûn û Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê, raportek derbarê firemûçeyiyê de pêşkeş kir ku li gor wê raportê 106 hezar û 839 kes zêdetir ji mûçeyê werdigirin.
Herwiha li gor wê raportê derketiyê holê ku 16 hezar û 505 kes mûçeyên neyasayî werdigrin û Lijneya Bilind a Biyometriyê di çarçoveya yasaya çaksaziyê herdu Wezaretên Darayî û Aboriyê raspartin ku ew mûçe bên qutkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin