Serok Barzanî: Pîrozbahiyên xwe pêskêsî Mislimanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim

Serok Barzanî: Pîrozbahiyên xwe pêskêsî Mislimanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo sersala Koçî ya 1444an peyamek belav kir û got: “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im, aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê bikêşe.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala 1444an a Koçî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mislimanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hatina sala nû ya Koçî ji bo hemû aliyek bibe sedema kameranî û bextewarî û xweşiyê û aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê bikêşe.

Her bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

30yê Zîlhîcceya 1443yan a Koçî

29ê Tîrmeha 2022yan a Zayînî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin