PeyamaKurd - Piştî êrîşa Idlibê ya dijî artêşa Tirkiye ku 33 leşkerên wan hatine kuştin, Tirkiyê deriyên sînoran bo çûna Ewropa li penaberên Sûrî vekir.
Bi hezaran penaber bi otobusan û taksiyan ji ser Stenbolê çûne Edirneyê li ber deriyên sînorên Yunanistan û Bulgaristanê rawestiyane.
Herdu welatên Ewropî jî ji vê biryara Tirkiyê nerazî ne û rê nadin penaber bi rêyên asayî derbasî sînorên wan bibin û piştre li welatên Ewropî belav bibin.
Wezîrê Berevaniya Bulgaristanê ragihandiye ku ew rê nadin penaber bi awayekî neyasayî derbasî nav xaka wan bibin.
Herwiha Yunanistanê pêşî bergiriyên leşkerî li ber deriyê sînor girtin û piştre jî deriyên xwe derbasbûna penaberan re girt daku derbasî nav xaka wê nebin.
Penaberên ku xwestin derbasî Yunanistanê bibin rastê mudaxeleya hêzên ewlekariya Yunan hatin û bi gaza rondikrêj ji sînor têne dûrxistin.
Rêveberiya Tirkiyê wan penaberan wekî kartekê li dijî welatên ewropî bikar tîne û piştî êrîşa ser leşkerên wan a Idlibê jî ji nû ve ew kart vekir ku penaberan bi destê xwe bi ser wan welatan de dişîne.
Komisyona Ewropa bi daxuyaniyekê bang li Tirkiyê kir ku pabendî sozên xwe yên peymana penaberan be û ji vê biryara xwe ya şandina penaberan bo welatên ewropî vegere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin