PeyamaKurd- Rojnameya New York Times bi sedema têkiliyên wan bi İŞİD ê re, li dora 800 jin û zarok ku ji Tirkiyê ne, li Iraqê girtî an di bin çav de ne. Li gor agahiya ku rojname ji dadgerê Bexdayê girtiye, bi sedema heman têkiliyê 26 jinên Tirki bi cezayê îdamê hatine cezakirin. Rojname behsa 200 zarokan dike ku piştî hewldanên dîplomatîk hatine cem malbatên xwe Tirkiyê.
Li gor agahiyên rojnameyê li Iraq û Sûriyê li dora 12 hezar zarok û jin ên biyanî bi sedema têkiliyên wan yên bi DEAŞê re di bin çav de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin