PeyamaKurd- Li Behra Ege û Behra Sipî roj tineye ku koçberên qaçax nayên girtin an nafetisin. Her dû behr, rêyên qaçaxane û xelkê koçber di wan rêyan de diçin Awrûpayê.
Li Tirkiyê, li bajarê Çanakkale li navçeya Ayvalıkê, 53 kesên ku dixwestin bi qaçaxî herin Yûnanistanê hatin girtin. Li Çanakkale li ser şikê tîmên cendirmeyan mînîbusekî dan rawestandin û tê de 23 kesên qaçax yên Afxanî hatin girtin.
Di operasyoneka dinê de ya ku li ser behrê hat kirin de 30 kes hatin girtin ku di nava wan de zarok û jin hebûn. 30 kesên ku li ser behrê hatin girtin ji xelkê Sûriye, Afxanistan, Senegal, Kongo û Îranê ne.
Piştî 53 kes hatin girtin, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin teslîmkirin bo navenda paşdeşandina koçberan ya biyaniyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin