PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Fransayê ragihand, hêzên wan di operasyonekê de serkirdeyekî mezin ê rêxistina El Qaîdê li gel hejmarek din a hevkarên wî li bakurê welatê Maliyê kuştine.
Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly, aşkere kir ku hêzên wan li bakurê welatê Maliyê yek ji serkirdeyên rêxistina El Qaîdê yê bi navê Ebdulmelîk Droukdal kuştine.
‘Berpirsyarê çendîn êrîşên çekdarî û teqînên li Afrîkayê bû’
Ebdulmelîk Droukdal ê nasnav bi Ebu Mus'eb Ebdulwedud ku temenê wî 50 sal bûye û xelkê Cezayîrê ye wekî berpirsyarê çendîn êrîşên çekdarî û teqînên li bakurê Afrîkayê dihat qebûlkirin
Her wiha Droukdal yek ji wan bû ku serkirdayetiya El Qaîdê dikir di kontrolkirina bakurê Maliyê de, berî ku artêşa Fransayê sala 2013an deverê ji destê wê rêxistinê derxîne.
Berî niha dihat gumankirin ku Droukdal xwe li bakurê Cezayîrê veşartibe û sala 2012an jî dadgeha wî welatî jî bêyî amadebûna Droukdal, biryara darvekirinê bo wî der kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin