PeyamaKurd- Hat ragihandin ku sîxurên Amerîkayê; bi balafirên hewayî yên bê insan (BHB) yên li Yewnanîstan, Romanya, Bulgarîstan û Polonyayê 24 seetan çavdêriya herêmê dike. Di hedefa Amerîkayê de jî Hêzên Rûsya û Tirkiyê hene.
Îdda ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve hate kirin. Rojnameyeke Tirkiyê di rûpela pêşî di sernavê “Hinek, Çavdêriya Me Dikin” nûçeyek weşand û îdda kir ku Amerîka çavdêriya Tirkiyê dike. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Amerîka bi balafirên hewayî yên bê insan (BHB) tevgerên xwe yên li Behra Spî, Egeyê û Behra Reş zêde kirine. Heta niha li baregeha Yewnanîstanê ya bi navê Larissa tevgerên xwe didomandin û niha jî li Romanyayê baregeheke balafirên hewayî yên bê insan (BHB) ava kir. Di van hemî tevgeran de hedef hêzên Rûsya û Tirkiyê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin