Amerîka li Kendavê tetbîqatên mezin kir

Amerîka li Kendavê tetbîqatên mezin kir

PeyamaKurd- Du keştiyên mezin yên balafiran yên Amerîkayê yên bi navên "USS Dwight D. Eisenhower" û "USS Harry S. Truman" bi balafirên B-52 yên bobardimanên nukleerî,li Kendavê tetbîqatên mezin kirin. Li gor ragihandina filoya 5emîn ya donanma Amerîkayê; keştiyên balafiran yên bi navên Eisenhower û Truman bi ûnsûrên xwe yên balafirên bombardimanan bi B-52 yan, bo pêşdebirina manewrayên xwe an bo şiyanên xwe xurt bikin, li Kendavê tetbîqatên hevpar kirin.

Balkêşe ev tetbîqatên bi qewetên mezin hatin kirin, ket piştî êrîşên grûbên bi desteka Îranê ku êrîşê ser baregehên Amerîkayê li Iraqê kiribûn. Pirsa ku têkirin, gelo Amerîka Îranê ditirsîne?

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin