PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî di 24 demjimêrên borî de, li Rûsyayê 11 hezar û 12 kesên din bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketin ku hejmara pêketiyan 209 hezar û 688 kesan.
Tenduristiya Rûsyayê ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 11 hezar û 12 kes bi vîrusa koronayê ketine û 88 kesan jî can daye.
Kesên li Rûsyayê bi koronayê ketine hejmara wan gihîşt 209 hezar û 688 kesan ku 1 hezar û 915 kesan jî can daye.
Navenda Operasyonên Hikûmî ya Rûsyayê jî belav kir, heta niha zêdetir ji 34 hezar û 306 kesan ji koronayê baş bûne.
Herwiha hatiye ragihandin ku di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan û çêkirina testan de, heta niha tîmên tenduristiyê zêdetirî 5.4 milyon test kirine. Rûsya piştî Amerîka, Îspanya, Îtalya, Brîtanyayê di rêza 5an a pêketiyên zêde yên koronayê de ye.
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên koronayê gihîştiye 4 milyon û 118 hezar kesan û heta niha 280 hezar 800 kesan jî ji nexweşîya Covid-19 can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin