Sanderê Neteweyên Yekbûyî îro bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê re dicive

Sanderê Neteweyên Yekbûyî îro bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê re dicive

PeyamaKurd Şanderê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Krîza Sûriyê Geir Pedersen, îro serdana Şamê dike û bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê re civînekê pêk tîne.

Li gor zanyariyan, wê Geir Pedersen hem bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re û hem jî bi Serokê Şanda Hikûmetê yê Komîteya Destûra Sûriyê Ehmed Kizberî re bicive.

Herwiha Geir Pedersen di civînên xwe yên bi berpirsên Sûrî de, wê gera heftemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyê gotûbêj bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin