PeyamaKurd – Amerîkayê ji bo Iraq û herêma Kurdistanê barek amûreyên testên vîrusa koronaya nû Covid-19 şand.
Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ragihand, “Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, parêzgahên Necef, Besra û Bexdayê 25 amûreyên testên pêşketî yên vîrusa koronayê şandin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku amûreyên tesbîtkirina Covid-19 ên hatine şandin xwedî teknolojiya pêşketî ne û digel wan jî ji bo arşîvkirina daneyên koronavîrusê 44 kompûter wekî diyarî hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin