“Mamosteyan mîna Pêsmerge Kurdistan parast”

“Mamosteyan mîna Pêsmerge Kurdistan parast”

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê roja cîhanî ya mamosteyan belav kir, tê de ragihand ku, mamoste her weke pêşmerge bergiriyê li sînoran dikin.

Wezareta Perwerdê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir tê de ragihand ku, îro 6.10. roja cîhanî ya mamosteyan e ku, sedema geşepêdana civak û xwendina hemû gelane.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdê de hat destnîşan ku, di çend salên borî de Herêma Kurdistanê di rewşeke aborî ya xirab de derbas bû û bandora kirîza darayî li ser mamosteyan zêdetir bû di hemû astan de lê tevî wê yekê jî dibistan li ber xwendevanan nehatin girtin û proseya xwendinê her berdewam bû.

Wezareta Perwerdê tekez kir ku, mamoste her weke pêşmerge bergiriyê li sînoran dikin û wezaret erkê xwe baş derbarê alîkariya mamosteyan nasdike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin