PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê girtin ser avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya li Diyarbekirê û dest bi lêgerînê kirin.
Li gor zanyariyan, îro Pêncşemê 3yê Sibata 2022yan saet 06:30an de hejmarek polîsan girtin ser avahiya Şaxa ÎHDê ya Diyarbekirê ya li navçeya Yenîşehîrê û di avahiyê de dest bi lêgerînê kirin.
Zanyarî destnîşan dikin, daxwaza pêkanîna vê operasyonê ji aliyê Serdozgeriya Semsûrê ve hatiye kirin, bi hinceta ku sekreterê komeleyê pêwendiya wî bi PKKê re heye û li mala wî jî operasyon hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin