Hosyar Zêbarî: Me û Goran biryar da hukumet zû ava bibe

Hosyar Zêbarî: Me û Goran biryar da hukumet zû ava bibe

PeyamaKurd- Bo avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê îro li bajarê li Pîrmamê şanda tevegera Goran û heyeta PDK ê li hev civiyan. Di derbarê encama civînê de endamê polîtburoya PDK ê Hoşyar Zêbarî ragihand ku civîna wan baş bûye û bi başî birêve diçe.

Zêbarî weha got:  “Bo avakirina hukumeta nû danûstendinên wan dê dewam bikin lê hin pirsgirêkên têgiştina hev hene. Divê partiyên siyasî xwedî hestên berpirsiyaretiyê bin. Eger li Kurdistanê valahiyên qanûnî û hukmî hebin, ev tev di eleyhiya millet de ye. Me û Goran tekez kir ku pêwiste hukumeta nû ya Kurdistanê bilez ava bibe. Divê li ser serokatiya parlementoya Kurdistanê lihevkirin hebe. Ger parlemento di vê mehê de bicive, ev serkeftineka mezine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin