"Amerîka dengê kurdan dibihîze"

"Amerîka dengê kurdan dibihîze"

PeyamaKurd - Berpirsê Ragihandina Koşka Spî yê berê Antony Scaramucci da zanîn ku agahiyên girîng li ber destê wî hene ku kurd piştgiriya Amerîkayê dikin, lewma jî divê Kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dibihîze.

Scaramucci di hevdîtineke xwe ya li televizyona Kurdistan 24ê de diyar kir ku divê Kurd hêviya xwe ji Amerîkayê nebirin û got, "Lewra kurdan tim piştgirî daye Amerîkayê."

Scaramucci pêşniyara ku rêveberiya Amerîkayê mafên kurdan garantî bike kir û daxwaz kir ku awireke aramî û îstiqrarê dabîn bike li kêşeya Kurdan binêre.

Scaramucci got, "Agahiyên girîng li ber destê min hene ku kurdan berê piştgiriya Amerîkayê kiriye. Lewra jî divê Kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dibihîze."

Rayedarê Amerîkî yê berê herwiha ji Kurdan jî xwest, li demeke ku xwediyê piştgiriyeke xurt a Amerîkayê ne, ji armancên xwe yên siyasî venegerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin