Serok Barzanî jî besdarî roja serxwebûnê bû!

Serok Barzanî jî besdarî roja serxwebûnê bû!

PeyamaKurd- Serok Barzanî jî beşdarî merasîma 4ê Temûzê ya Roja Serxwebûna Amerîkayê bû. Li Hewlêrê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê; ji bo Roja Serxwebûna Amerîkayê ya 4ê Temûzê merasîmek li dar xistin. Nûnerên dewletên biyanî, gelek giregirên  siyaset, burokrasî, civaka sivîl û Brêz Mesûd Barzanî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Douglas Silliman û Kolsulê Hewlêrê Ken Gross ji ber beşdarbûna Serok Barzanî, memnûnbûna xwe nîşan dan û di heman demê de gotin ku divê di navbera Kurdistan û Amerîkayê de têkiliyên aborî, siyasî û çandî pêşdetir herin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin