Serê aboriyê, koçkirdin û Erebkirina Kurdan hedafa wan e

Serê aboriyê, koçkirdin û Erebkirina Kurdan hedafa wan e

PeyamaKurd- Li gelek deverên Kurdistanê yên ku ne di bin îdara Kurdistanê de ne, her roj agir bera dehl û zeviyên Kurdan didin, dixwazin Kurd ji wan herêman koçbikin an wan bikin Ereb. Di dewama tevgerên dijminane de, îro li Germiyanê ku di derveyê îdara Kurdistanê de ye, agir bera 2 hezar donim dehl dane.

Li gor ragihandina rêvebiriya keştûkalî ya Germiyanê; îsal zêde baran bariyaye û zerar daye dehlên wan. Di havine de jî agir bi dehlên wan ketiye û cotiyar jê zerarê dîne. Li gor televizyona K24; rêvebirê zîraî yê Germiyanê gotiye ku li ser tazmînata cotiyaran xebatê dane destpêkirin. Di meha borî de 2 hezar û 300 donim dehl şewitiye.

Li gor ragihandina çavkaniyên îtfaiya Germiyanê; şewatên weha ne normalin û di çarçoveya planekî de, ji aliyê hinek kesan de tên kirin.

Li gor agahiyên di dest de, grûb, partî an kesên nijadperest naxwazin Kurd li ser axa xwe bimînin, dixwazin wan bikin Ereb û derba herî zor jî ya şerê aboriyê ye da Kurd feqîr bimînin û bi xwe ve nên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin