PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê diyar kirin, ew li hember xwenîşandaneke muhtemel a li Bexdaya paytexta Iraqê amade ne.
Li gor nûçeya di çapemeniya Iraqê ya di derbarê bûyera navborî ku di nameya ji aliyê Fermandariya Operasyonên Bexdayê ve hatiye şandin de, ferman hatiye dayîn, hêzên ewlehiyê li herêmên Kerh û Resafe bên bicihkirin.
Hat ragihandin, 3 hezar û 600 hêzên ewlehiyê li herêmên cuda li hemberî xwepêşandaneke muhtemel a li bajêr tedbîr girtin.
Di encama destwerdana xwepêşandana li dijî nebûna jêrxane û nebûna xizmetguzariyan li parêzgeha Zikarê, 3 kesan can dan û 21 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî fermana lêkolînê di derbarê bûyerê de da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin