Bûkalîstoka çîroka zarokeke Sûrî ya penaber vediguhêze gihîst Vatîkanê

Bûkalîstoka çîroka zarokeke Sûrî ya penaber vediguhêze gihîst Vatîkanê

PeyamaKurd – Bûkalîstoka bi navê Emel a ku çîroka zarokeke Sûrî ya penaber vediguhêze, ji bo peyama koçberan bigihîne, gihîşt meydana Sant Peter a li Vatîkanê.

Şanoya Derfeta Baş ango ‘Good Chance Theatre’ bi vê çalakiyê rabûye, di bin navê "Çûna bi piyan", ew dibêje Emel peyama milyonan zarokên koçber li seranserî cîhanê belav dike.

Rêkxerê Çalakiyê David Lan diyar dike: “Ev ger, ev geşt ji aliyê keçeke Sûrî ya 9 salî ve ye, ji sînorê Sûriyê heta Birîtanyayê. Her cihê ew diçe, ji aliyê hunermend, qayimeqamiyet û şaredariyan, herwiha ji aliyê gelek kesan ve, pêşwazî lê tê kirin, da ku peyama xwe bigihîne cîhanê, ew dibêje me jibîr nekin.”

Emel ku dirêjahiya wê 3.5 metre ye, ji bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê bi rê ketibû û ber bi Brîtanyayê ve diçe, gihîşt Vatîkanê û ji aliyê Kardînal Michael Czerny ve pêşwazî li wê hat kirin.

Serokê Ofîsa Vatikanê yê ji bo Koçber û Penaberan Kardinal Michael Czerny destnîşan dike: “Li gel Ebreşiya Romayê, li vir li meydana Sant Peter, li nêzîkî monûmenta koçberan, em bixêrhatina wê dikin, ev peyama qebûlkirin, parastin û qedirgirtinê ye. Peyam dibêje ku divê em ligel hev kom bibin.”

Li gorî amarên dawiyê yên Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî UNHCR:

-6,800,000 kes li derveyî Sûriyê penaber in

-5,643,864 li welatên derdora Sûriyê ne

- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3,707,564 kes

- Li Lubnan 851,717 kes

- Li Urdun  670,637 kes

- Li Iraq û Başûrê Kurdistanê 248,721 kes

- Li Misir 133,568 kes

- Li 6,700 kes li nava Sûriyê derbider in

Emel ku ji bajarê Dîloka Bakurê Kurdistanê dest bi meşa xwe kir, li nêzîkî sênorê Sûriyê, piştre çû Yûnanîstan û gihîşt Îtalyayê, pişt re ew ê di gera xwe de berdewam be û berê xwe bide Fransa, Swîsre û Almanyayê û dawiyê ew ê li Manchester a Îngilterê bisekine, ku tê pêşbînîkirin di Mijdarê de bigîihe wir.

Di gera xwe de ji despêkê ve heta dawiyê, Emel 8 hezar kîlometreyan dibire.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin