PeyamaKurd - Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) îro 31ê Adara 2022yan bi boneya salvegera 75emîn a şehadeta Pêşewa Qazî Muhemed û hevalên wî peyamek bi navê 'Roja Şehîdên Kurdistanê' belav kir.
Di peyamê de şehîdên Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Muhamed û hevalên wî Serok Hecî Baba Şêx û Mihemed Huseyîn Han Seyfî Qazî ku 31ê Adara 1947an li Qada Çarçira ya Mehabadê hatibûn bidarvekirin, hatin bibîranîn.
Hizba Demokrat di beşeke peyama xwe de wiha got: “Em îro jî, dibînin ku dîtingeha desthilatdarên navendî û zal bi ser Kurdistanê de, li derheq mafên rewa û xwesetekên netewa Kurd, heman dîtin û hizirkirin e ku pê Pêşewayê Kurdistan bi dar vekirin. Li binav dadgehên Komara Îslamî ya Îranê bi heman awayî 75 sal berî niha jî, biryar li ser xortên azadîxwaz û mafxwazên Kurd dide û dengê mafxwaziya wan bi girtingeh û sêdaredanê bersiv dide û piştevaniya bi navê yasayan jî bo wan dirust dikin û herwisa serkut û tepeserî li dijî netewa me berdewam bi rê ve dibin û heta wan ji kêmtirîn mafên hemwelatîbûnê bêpar dikin. Desthilatdar baş dizanin ku eva li dijî netewa me kirine û dikin ne tenê nekarîne me bixine qedeman û me ji daxwazên rewa paşekêşeyê bikin, belkî rijdtir ji berê bo mafên xwe yên netewayetî xebatê dikin û di vê pêxemê de ger hewce be emê hembêzê jî bo mirinê vebikin.”
Di dawiya peyamê de jî hat diyar kirin, “Silav bo canê paqij ê Pêşewa û hevalên wî, Silav bo canê paqij ê tev şehîdên Kurd û Kurdistan, Serê rêz û hûrmet li hember malbatên şehîdan, Silav li girtiyên siyasî, Sorbûn li ser rêya şehîdan heta gihîştin bi armancên wan”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin