Di êrîsa hewayê de 17 kes hatin kustin

Di êrîsa hewayê de 17 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li Sûdanê şerê navbera artêşa Sûdanê ya bi serpereştiya konseyê û Hêzên Lezgîn yên Destekê dewam dike. Li payîtexta Sûdanê Hartûmê di erêşa hewayî de di nav wan de 5 heb zarok bi temamî 17 kes mirin. Wezareta tenduristiyê ya Sûdanê di daxwuyaniya xw ede got ku li başûrê Hartûmê li herêma Mayoyê 17 kes mirine û 25 xanî jî hilweşiyane.

Artêşa Sûdanê, li Hartûmê, Omdurmanê û Bahriyê xwediyê derfetên zêde yên hewayîne lê RSF xebatên xwe li jîngehan dike. Heya niha hêviya agirbesê an lihevhatina her dû terefan xwuya nake û pirsgirêka xida, tanduristî, av û elektrîkê li Sûdanê xwe zêde nîşan dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin