PeyamaKurd – Li Îranê di 18 ê hezîrana sala 2021 ê de wê bo serokkomariya Îranê hilbijartin bêkirin. Sekreterê giştî yê partiya Merdomsalarî (demokrasi) Kewakabiyan ragihand ku bo serokkomartiya Îranê namzed e.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA yê Partiya Demokrasiyê li Tehranê kongre ya xwe ya 19 em de endamên konseyê, sekreterê giştî û namzedê xwe yê serokkomariyê destnîşan kiriye.
Di dengdana kongreyê de piraniya endaman namzediya dengên xwe bo Mustafa Kewakabiyan da û 10 em car bû serokê partiya xwe. Kewakabiyan di hilbijartina serokomariya salên 2013 an û 2017an de bo serokkomariyê bûbû namzed lê ji aliyê Konseya Damezrênerên Destûra Îranê ve hatibû redkirin.
Bi sedema Hesen Rûhanî du cara bûye serokkomar nikare bibe nazed lê behsa namzetiya Baqir Kalîbaf, Îbrahîm Reîsî, Elî Larîcanî û Ahmedî Nejad têkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin