Pistî Stoltenberg, dibe ku Von Der Leyen bê erkdarkirin

Pistî Stoltenberg, dibe ku Von Der Leyen bê erkdarkirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, maweya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di îlona îsal de bi dawî dibe. Hat diyarkirin ku dibe Von Der Leyen bibe Sekretera Giştî ya NATOyê.

Li gorî çavkaniyên li Brukselê, Politicoyê ragihand ku maweya Stoltenberg dê di meha îlonê de biqede û dibe ku Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen, li cihê wî bê erkdarkirin.

Hat diyarkirin ku navê Von Der Leyen ku li Brukselê derketiye pêş, wekî xwestek hatiye gotin û ne diyar e bê ka siyasetmedarên Alman rolê dixwazin yan na.

Li gorî hat zanîn, navê Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte jî derbasdar e, lê Rutte bêguman posta Sekreterê Giştî yê NATOyê naxwaze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin