Elon Musk vexwendin Xezzeyê! Divê vir jî bibîne!

Elon Musk vexwendin Xezzeyê! Divê vir jî bibîne!

PeyamaKurd – Usame Hamdan ku yek ji rêberên Hamasê ye, milyarderê Amerîkî Elon Musk vexwendibû ku serdana Şerîda Xezzeyê bike.

Hamdan do di civîna çapemeniyê ya ku li Beyrûtê li dar xist de derbarê serdana Musk a Îsraîlê de nirxandin kirin.

Hamdan ku Musk vexwendiye Xezzeye ji bo êrîşen Îsraîlê binirxîne wiha got:

"Em (Musk) vedixwînin seredana Xezzeyê ji bo dîtina asta wêraniya li Xezzeyê li gorî pîvanên objektîvbûn û pêbaweriyê."

Elon Musk do serdana Îsraîlê kir û ligel Serokwezîr Benjamin Netanyahu bajarokê Kfar Aza ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê endamên Tûgaya Îzzeddîn el-Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê ve hatibû êrîşkirin, kontrol kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin