NATO: Referandûmên Rusyayê, ne rewa ne!

NATO: Referandûmên Rusyayê, ne rewa ne!

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser encamên referandûmên ku Rusyayê li Ukraynayê dabûn kirin, daxuyaniyek da. Stoltenberg , bi rêya vê daxuyaniyê bertekeke tund nîşanî Rusyayê da û ragihand ku ew referandûm, ne rewa ne.

Piştî eşkerekirina encamên referandûmên vegirtinê ku Rusyayê li ser axên Ukraynayê, li herêmên  Zaporijya, Herson, Donetsk û Luhanskê kiribû, ji aliyê Sekteretê Giştî yê NATOyê ve bertekeke tund hat nîşandan.

Sekreterê NATOyê Stoltenberg, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û da eşkere kir ku ev referandûmên navborî yên ji aliyê Rusyayê ve hatine kirin, ne derbasdar in.

Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe de got,

“Min bi awayekî zelal diyar kir ku piştgiriya hevkarên NATOyê ya ji bo serwerî û parastina rewa ya Ukraynayê, nayê guherandin. Tu rewabûna referandûmên sexte yên ku ji aliyê Rusyayê ve tên kirin, tuneye û ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ev ax, axên Ukraynayê ne.”

Li gorî referandûmên ku Rusyayê li herêmên navborî dabû destpêkirin û duh hat encamdan; li Zaporijyayê ji % 97,74, li Donetsk û Luhanskê ji % 97 û li Hersonê ji % 87 dengên erênî hatine bikaranîn da ku ev herêm bi ser Rusyayê ve bên vegirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin