Mesrûr Barzanî serdana projeya "Rêrewa Jiyanê" ya Hewlêrê kir

Mesrûr Barzanî serdana projeya "Rêrewa Jiyanê" ya Hewlêrê kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê serdana projeya stratejîk a bi navê "Rêrewa Jiyanê" ku bi navê "Kornîşa Hewlêrê" jî tê naskirin kir û ji nêz ve çavdêriya qonaxên bicîkirina projeyê kir.

Projeya "Rêrewa Jiyanê" ku ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê ve tê çêkirin, li ser rûberekî nêzîkî 133 hezar metreçargoşeyî belav bûye.

Bingehê vê projeya girîng di 5ê Çiriya Paşîn a 2025an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bixwe ve hatibû danîn.

Di nava projeyê de qadên kesk, rêyên bîsîklet û meşê, pirên peyayan, xwaringeh, kafeterya, qadên lîstikê yên zarokan û gelek xizmetguzariyên din ên civakî cih digirin.