Amerîka: “Li Sûriyê tirsên me hatin tesdîqkirin!

Amerîka: “Li Sûriyê tirsên me hatin tesdîqkirin!

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got ku raporên ku di derbarê Rejîma Sûriyê de hatine eşkerekirin, tirsên civaka navnetewî tesdik kirin. Di raporan de tê ragihandin ku Rejîma Esed di bin çavan de bi hezaran kes kuştine û îşkence kirine.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê êrîşên Sûriyê yên li dijî sivîlan de daxuyaniyek da.

Nauert di daxuyaniya xwe de wiha got: “Rejîma Sûriyê bi deh hezaran sûcdarên siyasî di bin çavan de kuştine. Ev jî tirsên civaka navnetewî tesdik dikin. Divê ev neyê jibîrkirin ku bi deh hezaran sivîlên ku guhertina siyasî dixwestin û zordarî nedikirine, ji aliyê rejîmê ve bi rengekî sîstematîk hatine girtin û îşkencekirin.”  

Nauert got ku rêvebiriya Amerîkayê ji ber ku Sûriyê sivîlan hedef digire, şermezar kiriye. Amerîka wê bi civaka navnetewî re xebatên xwe bidomîne û cezayên wan berpirsan bide.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihandibû ku ji sala 2011an û vir de 13 hezar û 66 kes di bin îşkenceyên Rejîma Esed de hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin