Banga kotedayê li artêsê hat kirin, besek ji leskeran serî hildan

Banga kotedayê li artêsê hat kirin, besek ji leskeran serî hildan

PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Netewî yê welatê Venezuelayê Juan Guaido ku xwe wekî serokê wî welatî ragihandibû û piştgiriya di serî de Amerîka û hejmarek zêde ya welatên rojavayî standibû, banga serhildan û kotedayê li dijî rêveberiya Maduro kir.

Hikûmeta Venezuelayê jî ragihand ku beşek ji leşkerên nêzîkî opozîsyonê hewla kotedayê dane destpêkirin û artêşa nêzî hikûmetê hewl dide wan serkut bike.

Guadio îro sibehê bang li gel kiribû û gotibû, “Derkevin kolanan û ji bo serkeftinê ligel yekîneyên leşkerî cî bigirin û azadiya xwe ji nû ve bi dest bînin. Gelê Karakasê berê xwe bidin Carlotayê (Navê baregeha hewayî ya Fransisco de Miranda).”

Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta Maduro Jorge Rodríguez bi twîtekê ragihand ku ew dê hewil bidin li dijî kotedayê biser bikevin û planên hatine kirin hilweşînin.

Serokê Meclîsa Netewî yê Venezuelayê Juan Guadio 23yê Çileya 2019an li hember serokê Venezuelayê  Nicolas Maduro seroktiya xwe ragihandibû û Amerîka jî tê de zêdetirî 50 welatan seroktiya wî nas kiribû.

Tenê çend welatên wekî Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê rêveberiya Maduro nas dikin û piştgiriyê din hikûmeta wî.

Opozîsyona Venezuelayê hilbijartinên 2017an ku Maduro ji nû ve hatibû hilbijartin boykot kiribûn û piştre jî Meclîsa Netewî Juan Guadio wekî serokê meclîsê û hikûmeta rewa destnîşan kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin