Li Sason a Xerza 4 hezar û 900 ton çîlek tê hilberîn

Li Sason a Xerza 4 hezar û 900 ton çîlek tê hilberîn

PeyamaKurd – Li navça Sason a bi ser bajarê Batmanê piştî rakirina çandiniya titûnê dewletê di şûna wê de xwest ku cotyar çîlekan biçînin û di destpêkê de 4 malbat dest bi çandiniya çîlekan kirin. Karê çîlekan di sala 2007 an de destpêkir û heya niha dewam dike.

Niha 400 malbat karê çandiniya çîlekan dikin û Sason belga îşareta erdnîgariyê sitendiye. Qeymeqamê Sasonê Murat Mete ragihand ku li seranserê navçê miqdarê çandiniya çîlekan gihaye 4 hezar û 900 tonan û weha got:

“Çîlekên me bi tama xwe, bi lezzeta xwe û li gor çîlekên dinan temenê wan dirêjtire, bûye marka û hatiye tescîlkirin. Niha cotyarên me di 1400 dekarî de çandiniyê dikin. Weka dewlet, em dixwazin vê reqemê bipêşbixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin