Li bajarê Agiriyê hilberîna zêr destpêkir: Hedef 32 hezar ons zêr e

Li bajarê Agiriyê hilberîna zêr destpêkir: Hedef 32 hezar ons zêr e

PeyamaKurd – Şîrketa bi navê Türk Altın İşletmeleri AŞ, li bajarê Agiriyê li navça Diyadînê li Proje Madena Mollakara dest bi hilberîna ewilî ya zêr kir û zêrê ewilî rêt.

Şîrket, di encama hilberîna dewra ewilî de 7 hezar û 474 gram zêr bi dest xistin. Hedefa işîrketê ya hilberîna zêr heya dawiya salê dê bibe 32 hezar Ons.

Texmîna ku tê kirin dê rezerva proja medena zêr li dora 471 hezar ons be. Îro bihayê onsekî zêr 4 hezar dolare û bende ne ku hasilat bibe bi miqdarê 1 milyar û 884 milyon dolar.