PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li navça Patnosê (Panosê) ya bi ser bajarê Agiriyê, seet di 17.17an de bi dereca 4,5 erdhejekî mezin çêbû.
Rasatxaneya Kandilliyê ya Îstenbolê kûrahiya erdhejê 5.0 km di bin erdê de ragihand. Li aliyê dinê AFAD a bi ser wezareta karên hundir ya Tirkiyê, erdhejê bi dereca 4,3 ragihand.
Heya niha li ser erdhejê ti agahiyekî nexweş ya maddî û canî nehatiye ragihandin.