Xebata lêgerîna çiyagera li Çiyayê Agiriyê wendayî destpêkir

Xebata lêgerîna çiyagera li Çiyayê Agiriyê wendayî destpêkir

PeyamaKurd – Grûbekî çiyavan ya ji 5 çiyavanan pêk dihat derketibû Çiyayê Agiriyê lê çiyavana bi navê Sevil Hasanova ji hevalên xwe veqetiya û wenda bûn.

5 çiyavan dema derdiketin çiyayê Agiriyê bahoz rabû û çiyager xwestin ji serê çiya dakevin jêr. Sevil Hasanova (58) di wexta dagerê de, ji hevalê xwe wenda bû.

Ji bo wê bibînin tîmên lêgerînê û rizgarkirinê dest bi xebatên xwekirine. Grûb, dema hildikişiya serê çiyayê Agiriyê ku bilindahî 5137 metre ye, bi sedema bahozê çav çavan nedidît û çiyavan Hasanova di bilindahiya 4700 metre de ji hevalên xwe qetiya.

Her 4 çiyagerên din bi sedema şertên hewayê xweş nîn bûn, daketin seha kampê ya di bilindahiya 3900 metreyan. Dema gihan kampê dîtin ku Sevil Hasanova nehatiye kampê.

Li ser pêzanîna rewşê, tîmên AFADê, UMKE û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Niha xebata peydakirina çiyavana jin dewam dike.