Pûtîn ji bo zadê Ukrayna mercê rakirina dorpêçan danî: ‘Ti kesî dengê xwe nekir!’

Pûtîn ji bo zadê Ukrayna mercê rakirina dorpêçan danî: ‘Ti kesî dengê xwe nekir!’

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li ser hewldanên bo vekirina korîdorekê bo veguhestina zadê Ukraynayê da xuyakirin ku wan mercê rakirina dorpêçên ser zadê Rûsyayê daniye û ti aliyekî jî dengê xwe nekiriye.

Vladimîr Pûtîn, di daxuyaniyên xwe yên piştî Lûtkeya formata Astana ya Tehranê de, got ku herger daxwaza wan a rakirina dorpêçên ser se danûdexlê rûsî were bicihkirin, ew dê bikaribûn 50 milyon ton zad hinarde bikin.

Pûtîn li ser mizakereyên derbarê mijarê de ku bi navbeynkariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dewam dikin got ku Erdogan ji bo lihevkirina bo derxistina zadê Ukraynayê gelek tişt kirine.

Herwiha Pûtîn bal kişand ser ku wan wekî pakêt mercên xwe danîne ser masê û wiha pê de çû: “Em ê ji bo hinardekirina zadê Ukraynayê bibin alîkar, lê em li gorî rastiya rakirina dorpêçên ser zadê Rûsyayê tevdigerin. Heta niha ti kesî îtiraz nekir. Şirîkên me yên Amerîkî jî di nav de. Ka em binêrin çi ji vê derdikeve.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin