PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê şeva borî êrîşî ser bajarê Odessa yê Ukraynayê kir ku di encamê de herî kêm kesek hatiye kuştin û 18 jî birîndar bûne.
Serokê Rêveberiya Herêma Odessayê Oleg Kiper, li ser kanala Telegramê ragihand ku Rûsyayê êrîşeke terorî li ser Odessayê pêk aniye û di êrîşê de binesaziya bajêr, xanîyên sivîlan û cihên olî kiriye armanc.
Kiper da xuyakirin ku 4 ji wan zarok 18 kes birîndar bûne û kesekî sivîl jî can daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di êrîşê de Dêra Spaso-Preobrajenskiy ziyaneke mezin dîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin