PeyamaKurd – Li Îranê 8 sazî, tevger û komên siyasî û medenî yên Azerbeycanî, daxuyaniyeke hevbeş derbarê rewşa Îranê de weşandin.
Li gor daxuyaniyê, rejîma Îranê rejîmeke dîktator e û lazim e were hilweşandin. Pêkhate û gelên din yên Îranê dest bi xwepêşandanê li dijî rejîmê kirine lewre nabe Azeriyên li Îranê di şoreşa gelan de bêpar bin û pêwîst e Azerî jî rola xwe di vê şoreşê de bilîzin.
Herwiha di daxuyaniya Azeriyan de daxwaz ji tevahiya Azeriyên nava Îranê hatiye kirin, da ku ji Tebrîzê heta Hemedanê bi hev re dakevin qadan û li gel pêkhate û gelên din yên Îranê li dijî rejîma dîktator şoreşê bikin.
Sazî û rêkxistinên weke partiya azadiya Azerbeycana Başûr, Birlîk (yekîtî), Navenda Lêkolînên Tebrîzê, Yekîtiya Demokratîk ya Azerbeycanê, Eniya Berevaniya Nîştimanî ya Azerbeycanê, Tevgera Federal a Demokratîk a Azerbeycanê, Tevgera Xwendekarên Azerî û Partiya Navendî ya Azeriyan ev daxuyanî îmze kirine û daxwaz ji Azeriyan kirine ku bi tevahiya hêz û karînên xwe ve li dijî rejîmê dakevin qadan û şoreşê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya du rojan 12 eşîrên Lor ( Kurd) li Îranê ku di bin navê Bextiyarî de federasiyona wan heye, daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û li dijî rejîmê dest bi xwepêşandanan kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin