Ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya barana zêde û lehiyan hat dayîn

Ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya barana zêde û lehiyan hat dayîn

PeyamaKurd – Saziya Keşûhewayê bal kişand ser germa zêde ya çend rojên dawî li bajarên Bakurê Kurdistanê û hişyariya barana zêde û rabûna lehiyan da.

Li gorî ragihandina Saziya Keşûhewayê Meteorolojiyê, îro Yekşemê piştî nîvro tê çaverêkirin li bajarên Diyarbekir, Riha, Semsûr, Dîlok, Kilîs û Batmanê heta derengiya şevê baraneke xurt bibare.

Herwiha meterolojiyê hişyarî jî daye ku divê welatî ji bo lehiyên nişka ve, brûsk, zîpik û firtoneyan tedbîrên xwe bistînin û baldar bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin