PeyamaKurd – Hezên ewlekariya Tirkiyê, li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 9 kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de, di derbarê 11 kesan de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” biryara binçavkirinê hat derxistin.
Herwiha hat zanîn ku di çarçoveya vê biryara binçavkirinê de vê sibehê polîsan girtin ser gelek malan û li malan lêgerîn kiri û di encamê de, kesên bi navê Firaz Aka, Şiyar Ogûz û 7 kesên navê wan nehat zanîn desteser kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin