Sanda Efrînî gazinên xwe gihandin Serok Barzanî

Sanda Efrînî gazinên xwe gihandin Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke ji Encumena Sivîl ya Rizgariya Efrînê kir.

Serok Barzanî li ofîsa xwe ya li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li şandeke Encumena Sivîl ya Rizgariya Efrînê ya li derveyî welat kir.

Di civînê de endamên şanda encumena rizgariya Efrînê behsa rewşa Efrînê û binpêkirin û zilma ku hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li xelkê Efrînê dikin, kirin.

Şanda Efrînî her wiha behsa rewşa jiyana koçberên Efrînê û metirsiyên guhertina demografiya wê herêma Rojavayê Kurdistanê kir û rexne li civaka navdewletî jî girt ku li hember rûdan û zordariyê ku li Efrînê diqewimin, bêdeng in.

Serok Barzanî jî nîgeraniya xwe li hember pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrînê nîşan da û ragihand ku ew tiştên ku hatin serê Efrînê berdewamiya heman zilm û zordariyan e ku bi ser gelê Kurdistanê de hatiye û tên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin